Li Tebqayê têkildarî jin û ragihandin forum

Di çarçoveya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê de, bi dehan rewşenbîr, siyasetmedar û nûnerên Yekitiya Ragihandina Jinan a kantona Tebqayê rewşa jinan û ragihandinê di forumekê de nîqaş kir.

Li Tebqayê têkildarî jin û ragihandin forum
Li Tebqayê têkildarî jin û ragihandin forum
Li Tebqayê têkildarî jin û ragihandin forum
Li Tebqayê têkildarî jin û ragihandin forum
Li Tebqayê têkildarî jin û ragihandin forum
Li Tebqayê têkildarî jin û ragihandin forum
20 mijdar, 2024   20:04
TEBQA

Di çarçoveya rêzeçalakiyên rêxistin û tevgerên jinan ên bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê de, Koordînasyona Jinan a Meclisa Rêveber a kantona Tebqayê têkildarî jin û ragihandin forumek li dar xist.

Forum li hola Meclisa Gelan li avahiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a bajêr li dar ket. Di forumê de nûnerên Rêveberiya Xweser a kantonê, tevgerên jinan, partiyên siyasî, Kombûna Jinan a Zenûbiya û nûnerên Yekitiya Ragihandina Jinan beşdar bûn.

Di forumê de endama Meclisa Yekitiya Ragihandina Jinan Hîbe Fetîh mijara yekemîn a li ser ragihandina dewletê û desthilatê û çawa dewlet azadiya ragihandinê sînordar dike û li gorî berjewendî û siaysetên xwe bi kar tîne, axivî.

Li hember vê yekê, Hîbe Fetîh bal kişand ser ragihandina li dijî dewletê ku wekî ragihandina azad û dengê jiyanê û yê gelên azad tê naskirin.

Piştre Hîbe Fetîh bal kişand ser çend gotinên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser siyaseta demokratîk û pêşxistina civakan.

Di heman mijarê de têkildarî şerê taybet ku desthilat û dewlet bi rêya ragihandinê û propagandayê pêk tîne ku berjewendiyên xwe bimeşîne Hîbe got: "Li gel me hêza fikrî û zihnî heye ku li dijî vê pandemiya xeternak bisekinin. Ji ber ku modernîteya kapîtalîst tevahî şêweyên şerê taybet bi kar tîne. Divê em têkoşîna îdeolojiyê bimeşînin, xwe ji tevahî têgehên olperestî, neteweperestî, zayendîperestî û îlmperestiyê bi dûr bixin."

Mijara duyemîn a bi navê "Rola jinan di dezgehên ragihandinê de" ji aliyê rojnamevan û endama Koordînasyona Jinan a Meclisa Rêveber a kantonê Nûr El Seîd ve hat nîqaşkirin.

Nûr El Seîd bal kişand ser xebat û keda jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo avakirina dezgehên ragihandinê yên altarnatîf ku asta zanabûna bi dozên jinan were bilindkirin û got: "Jinan di rexnekirina rola dezgehên ragihandinê yên sereke û çawaniya ronîkirina kesayeta jinan de roleke diyarker list. Her wiha afirînerî û rêbazên altarnatîf ên xwederbirînê û guhartina nêrîna li wan ava kirin. Sûdê ji peywendiyên altarnatîf bi xwespartina li dezgehên çapemeniyê yên nûjen û klasîk wergirtin."

Di dawiya forumê de encamnameyek wiha hat diyarkirin; xurtkriina jinan di aliyên ragihandin û siyasetê de, zêdekirina lidarxistina panel û atolyeyên ji bo danasîna jinan bi girîngiya ragihandinê û rola wan di aliyê ragihandinê de, piştgiriya jinên herêmê ji ragihandinê re, dayîna nêrînan ji bo gihandina dengê jinan ji tevahî cîhanê re.

(mh/fr)

ANHA