Di êrişa li Tedmurê de 36 kes hatin kuştin

Di êrişa Îsraîlê ya li dijî avahiyên niştecihî û bajarê pîşesazî yên li Sûriyeyê de 36 kes hatin kuştin û zêdetirî 50 kesî birîndar bûn.

Di êrişa li Tedmurê de 36 kes hatin kuştin
20 mijdar, 2024   18:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî leşkerî yê hêzên hikumeta Şamê diyar kir ku di êrişa Îsraîlê li bajarê Tedmurê de 36 kes hatin kuştin û 50 kes jî birîndar bûn. Her wiha Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan jî diyar kir ku 3 caran bajarê Tedmurê bombebaran kir.

Heman çavkanî diyar kir ku nêzî saet di 13:30ˋan de Îsraîlê êrişeke hewayî ji herêma Tinifê ve gelek avahiyên li bajarê Tedmurê yê beyarê Sûriyeyê pêk anîn, di encamê de 36 kes hatin kuştin û zêdetirî 50 kesî birîndar bûn, zirarên mezin bi avahî û herêma derdorê bûn.

SOHRˋê jî aşkera kir ku Îsraîlê 2 êriş li dijî herêma komeleyê ku tê de milîsên ji nasnameyên Iraqî û Efganî hene û li Tedmurê bi cih bûne pêk anîn û êrişa din jî li dijî depoyekî li bajarê pîşesaziyê yê Tedmurê pêk hat û bi temamî wêran kir.

(fr)