QSD: Şam û hêzên navneteweyî berpirsyarên dorpêçkirina şervanên me ne

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), destnîşan kir ku ji ber êrişên komên çete yên hikûmeta demkî, hinek şervanên wan li Dêr Hafir û Meskene di dorpêçê de mane. QSD’ê diyar kir ku ew Şam û hêzên navnetewî ji ewlehiya şervanên xwe berpir dibînin.

QSD: Şam û hêzên navneteweyî berpirsyarên dorpêçkirina şervanên me ne
17 ÇILE, 2026   16:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina QSD’ê derbarê êrişa komên çete ya li ser şervanên wan ên ku ji Dêr Hafir û Meskene xwe vedikişandin de daxuyaniyek belav kir. 

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: “Di encama xiyaneta hikûmeta Şamê û binpêkirina peymana ku ji hêla hêzên navneteweyî ve hatiye piştgirîkirin de, komên şervanên me li bajarokên Dêr Hafir û Meskeneyê dorpêçkirî ne. Tevî ku ji bo vekişandina hêzên me 48 saet hatibûn diyarkirin jî, hikûmeta Şamê peyman binpê kir û bi tangan êrîşî şervanên me kir.

Em hikûmeta Şamê û piştgirên wê yên navneteweyî bi tevahî ji ewlehî û jiyana şervanên xwe yên dorpêçkirî berpirsiyar dibînin. Pêwîst e rê li ber derbasbûna wan a bi ewle bê vekirin ku bi çekên xwe derbasî deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin."