Li Tebqayê Meclisa Jinan a Sûriyeyê panelek da

Meclisa Jinan a Sûriyeyê ya kantona Tebqayê paneleke bi navê "Jin di navbera zehmetî û xwexurtkirinê de" li dar xist.

29 cotmeh, 2025   15:46
TEBQA

Meclisa Jinan a Sûriyeyê paneleke li hola Desteya Jinan a avahiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Tebqayê bi navê "Jin di navbera zehmetî û xwexurtkirinê de" li dar xist.

Di panelê de bi dehan jin û nûnerên sazî û meclisên Rêveberiya Xweser a kantonê beşdar bûn.

Di serî de berdevka Meclisa Jinan a Sûriyeyê ya Tebqayê Cuheyne Misto li ser têgînên xwexurtkirin, xwepêşxistin û girîngiya wê, armancên wê, cureyên wê û zehmetiyên li pêşiya jinan axivî.

Cuheyne Misto diyar kir ku xwexurtkirin ew e ku jin bi şiyana xwe ya derbaskirina zehmetiyan û dayîna biryarên ku dikarin guhartinê pêk bînin, bawer bin û got: "Xwebawerkirin û naskirina xalên xurtî û lewaziyê gavên pêşîn ên xwexurtkirinê ne."

Cuheyne Misto hin çîrok û serboriyên li ser îsrar û xurtiya îradeyê vegotin û bal kişand ser kesayetên jin ên Sûriyeyê yên ku bûne nimûneya pêşengtiyê wekî Wîdad Şujah (yekemîn pîlota Sûriyeyî), Meryana Meraş (yekemîn wêjevana Sûriyeyî), Marî El Ecêmî (avakera yekemîn komeleya jinan li Şamê) û Zekiye Henano (têkoşera niştimanî ji Idlibê).

Di nîqaşan de zehmetiyên derûnî, hişmendî û civakî yên li pêşiya jinan wekî qeydên adet û kevneperestiyê hatin nîqaşkirin û hat gotin ku guhartin ji mirov de dest pê dike.

(mh)