Kombûna Jinan a Zenûbiya semînerek li ser penceşêra memikan da

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya semînerek li ser penceşêra memikan da.

Kombûna Jinan a Zenûbiya semînerek li ser penceşêra memikan da
Kombûna Jinan a Zenûbiya semînerek li ser penceşêra memikan da
Kombûna Jinan a Zenûbiya semînerek li ser penceşêra memikan da
Kombûna Jinan a Zenûbiya semînerek li ser penceşêra memikan da
Kombûna Jinan a Zenûbiya semînerek li ser penceşêra memikan da
Kombûna Jinan a Zenûbiya semînerek li ser penceşêra memikan da
Kombûna Jinan a Zenûbiya semînerek li ser penceşêra memikan da
Kombûna Jinan a Zenûbiya semînerek li ser penceşêra memikan da
29 cotmeh, 2025   15:41
REQA

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqayê semînerek li ser penceşêra memikan û girîngiya trdbîrên li hemberî wê da. Semîner li hola Meclisa Bajarê Reqayê hat lidarxistin û tê de endamên komîteyên kombûnê amade bûn.

Semîner ji aliyê endama meclisa Reqayê ya kombûnê Alaa El Hesen ve hat dayîn.

Alaa El Hesen destnîşan kir ku di vê serdemê de nexweşiya penceşêrê belav bûye û hişyarîkirina der barê wê de ne ji ber tirsê, lê ji ber belavkirina çanda tenduristiyê ye ku ew jî bingeha xweparastinê ye.

Di semînerê de sedemên nexweşiyê, cûre û qonaxên wê û rêbazên pêşdîtina wê hatin diyarkirin. Her wiha li ser rêbazên nûjen ên dermankirinê ku egera serkeftina wan bilind e, hat axaftin.

Alaa El Hesen li ser sedemên genîtîk ên ku egera pêketina nexweşiyê zêde dikin axivî û got ku taqîkirina genîtîk ji bo pêşdîtina nexweşiyê girîng e.

Her wiha radyolojîst Îman El Xelef rêbazên li ser rêbazên tespîtkirina nexweşiyê û girîngiya şopandina wê pêşkêş kirin.

(mh)