Li Tebqayê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meş

Şêniyên kantona Tebqayê bi meşekê banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

Li Tebqayê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meş
Li Tebqayê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meş
Li Tebqayê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meş
Li Tebqayê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meş
Li Tebqayê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meş
Li Tebqayê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meş
Li Tebqayê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meş
Li Tebqayê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meş
Li Tebqayê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meş
10 mijdar, 2024   18:42
TEBQA

Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Tebqayê bi daxwaza pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşek li dar xist. Di meşê de bi sedan şêniyên kantonê, nûnerên Rêveberiya Xweser, deste û meclisên wê, Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê, Kombûna Jinan a Zenûbiya û Hêzên Ewlekariya Hundirîn beşdar bûn.

Meşê ji taxa yekemîn dest pê kir û ber bi avahiya Yekitiya Xwendekarên Welatparêz a taxa duyemîn ve bi rê ket.

Li wir rêvebera Yekitiya Jinên Ciwan a kantonê Xufran El Sexîr bêdengiya hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan li hemberî komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, pergala qirkirin û êşkenceyê ya li dijî wî, şermezar kirin.

Xufran El Sexîr soza domandina têkoşînê û şopandina rêya şehîdan ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan nû kir.

Endamê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê ya kantonê, Ebdullah Mebrûk destnîşan kir ku sekna gel di vê meşê de, peyamekê dide cîhanê ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya gel e û rêya tekane ya pêkanîna aştiyê ye.

(mh/fr)

ANHA