Di êrişa li ser Şamê de 3 kes hatin kuştin

Di encama êrişa Îsraîlê ya li herêma Seyide Zeyneb a Şamê de 3 kes hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.

Di êrişa li ser Şamê de 3 kes hatin kuştin
10 mijdar, 2024   18:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku Îsraîlê li dijî herêma Zeyide Zeyneb a Şamê êrişek pêk anî, di encamê de 3 kes hatin kuştin.

Her wiha li ser dezgehên çapemeniyê wêneyên êrişa Îsraîlê li dijî 2 avahiyan li herêma Zeyide Zeyneb a Şamê hatin parvekirin.

SOHRˋê diyar kir ku li kêlek kuştiyan, birîndar jî hene.

(fr)