Li Tebqayê Festîvala Aştiyê ya Zarokatiyê dest pê kir

5`emîn Festîvala Aştiyê ya Zarokatiyê li kantona Tebqayê dest pê kir. Festîval dê 3 rojan bidome û dê bi dehan çalakiyên hunerî ji aliyê 650 zarokan ve bên pêşandan.

Li Tebqayê Festîvala Aştiyê ya Zarokatiyê dest pê kir
Li Tebqayê Festîvala Aştiyê ya Zarokatiyê dest pê kir
Li Tebqayê Festîvala Aştiyê ya Zarokatiyê dest pê kir
Li Tebqayê Festîvala Aştiyê ya Zarokatiyê dest pê kir
Li Tebqayê Festîvala Aştiyê ya Zarokatiyê dest pê kir
Li Tebqayê Festîvala Aştiyê ya Zarokatiyê dest pê kir
Li Tebqayê Festîvala Aştiyê ya Zarokatiyê dest pê kir
10 tîrmeh 2024   16:16
TEBQA

5`emîn Festîvala Aştiyê ya Zarokatiyê li ser dika Şano ya Şehîd Musena Ebdulkerîm a li Navenda Çand û Hunerê ya kantona Tebqa bi diruşma ˊEz zarok im…ez pêşeroj imˊ hat dest pêkirin.

Festîval ji 2019ˊan ve tê lidarxistin û tê de 45 zarokan beşdar bûbûn. Îro jî 5ˊemîn Festîvala Aştiyê ya Zarokatiyê bi beşdariya 650 zarokî li dar dikeve. Armanca festîvalê piştgiriya zarokan û behreya wan e.

Bi sedan xelkê kantonê, zarok, nûnerên ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Rêxistinên Civaka Sivîl beşdar bûn.

Hevserokê Desteya Çand û Hunerê ya kantona Tebqa Elî El Elaye di vekirina festîvalê de axivî.

Dûre hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Tebqa Ehmed El Omer axivî û got armanca lidarxistina festîlvaê behreyên zarokan werin xurtkirin, piştgiriya wan di aliyên derûnî û manewî de were kirin ku civakeke ewle were gihandin, xebata kolektîv, têkilî û girêdan were xurtkirin.

Di festîvalê de koma Çiqilê, koma Navenda Afirandinê û koma Navenda Maharat hunerên xwe pêşkêş kirin.

Li kêlek wê jî Baxçeya Desteya Jinan a kantona Tebqa bi navê ˊEmîratˊ kansertek pêşkêş kir û çalakiyeke din bi navê ˊBavoˊ pêşkêş kir.

Di çalakiya werzîşê de koma Taykwando ya zarokan a kantona Tebqa çalakiyeke werzîşî pêşkêş kir.

Çalakiyên festîvalê 3 rojan dewam dikin; 2 roj li Tebqa û roja dawî li bajarê Curniye.

(fr)

ANHA