Dewleta Tirk bênavber bajarên Başûrê Kurdistanê dagir dike
Artêşa Tirk a dagirker ragihand ku bajarê Amêdiyê û herêma Barwarî Bala yên li Başûrê Kurdistanê tev li xaka Tirkiyeyê kirin.
![Dewleta Tirk bênavber bajarên Başûrê Kurdistanê dagir dike](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202407/image_870x_668e8d4ef0804.jpg)
Li gorî Rojnewsˊê, di raporên xwecihî de hat diyarkirin ku artêşa Tirk a dagirker bi zimanê Erebî gotina ˊketin qedexe ye, sînorên Tirkiyeyêˊ li gundên Amêdiyê û herêma Barwarî Bala yên li Başûrê Kurdistanê li ser cihan nivîsandin. Wê yekê hêrs û xezeba şêniyên xwecihî bilind kir.
Li herêmên sînor ên Başûrê Kurdistanê, ji ber ketina hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê bi awayekî bênavber alozî û şer hene. Li hember vê yekê metirsiyên şêniyên xwecihî ji ber niyetên Tirkiyeyê yên firehkirinê li herêmê zêde dibin.
Ev kiryara dewleta Tirk a dagirker di nava şêniyên xwecih û çalakvanên siyasî de hêrseke mezin çêkir û got divê hikumeta Iraqê û civata navneteweyî helwesteke tund li hember vê yekê nîşan bidin. Şênî û çalakvanan bang li fermandarên xwecihî û tevgerên siyasî kir ku li hember vê binpêkirina Tirkiyeyê tedbîrên lezgîn bigirin û mafên şêniyên xwecihî li xakên xwe dabîn bikin.
(fr)