Rewşa welatiyê ku dewleta Tirk û çeteyên wê îşkence lê kiribûn pir xerab e

Rewşa welatî M.S. a ku ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve beriya 8 mehan hatibû revandin, ji ber îşkenceyên curbicur, pir xerab e.

Rewşa welatiyê ku dewleta Tirk û çeteyên wê îşkence lê kiribûn pir xerab e
29 cotmeh, 2025   17:26
HELEB
XEYS ŞEMSEDÎN

Rewşa welatiyê M.S. ku di 1ˊê Kanûna 2024ˊan de ji hêla çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatibû revandin û piştî 42 rojan hatibû berdan, pir xerab e.

Piştî welatî gihîşt bajarê Helebê, ajansa me raporek der barê rewşa wî de amade kiribû û di 6ˊê Sibatê (2025) de weşandibû. Ew welatî bavê 3 zarokan e û temenê wî nêzî 40 salî ye.

Ruxmî pêşkêşkirina tevahî dermankirinên guncaw jî, lê hîna welatî M.S. zehmetiyên giran dikişîne û hêza xwe ji dest daye, roj li pey rojê dihele û nikare tev bigere.

Bijîşkên çavdêriyê li rewşa M.S. dikin diyar kir ku birînên li lingên wî heta astekê baş bûne, lê îşkeneceya giran û berdewam hişt ku hêviya şîfaya siniran winda bibe û rewşa wî bi "mirî" wesîf kirin.

Di îşkenceyê de M.S. di nava tevliheviyên derûnî de ye, heta nikare kesekî jî nas bike, axaftinên wî nayên naskirin, tenê dengê wî di kûratiyê de tê.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, di dema girtina welatî M.S. de lê zor kir ku li ser tiştekî germ bisekine, wê jî hişt ku şewatên ji pileya 3 di çermên lingê wî de çêbibin, weke ku ew bi zindî were bijartin. Bi birekê tiliyên lingên wî jî hatin qutkiirn û 180 caran hatiye qamçîkirin û rêbazên îşkenecekirinê yên curbicur li ser hatine meşandin.

(fr)

ANHA