Li Tebqayê 3 dibistan tên sererastkirin

Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Kantona Tebqayê dest bi sererastkirina 3 dibistanên wêranbûyî kirin.

Li Tebqayê 3 dibistan tên sererastkirin
Li Tebqayê 3 dibistan tên sererastkirin
Li Tebqayê 3 dibistan tên sererastkirin
Li Tebqayê 3 dibistan tên sererastkirin
Li Tebqayê 3 dibistan tên sererastkirin
Li Tebqayê 3 dibistan tên sererastkirin
Li Tebqayê 3 dibistan tên sererastkirin
24 tîrmeh, 2025   15:15
TEBQA

Ji ber zêdebûna hejmara xwendekaran û ji bo sînordarkirina pergala du dewaman û peydakirina jîngeheke perwerdehiyê ya guncaw, Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Kantona Tebqayê dest bi sererastkirina 3 dibistanên mezin kirin. 

Li gorî endama Nivîsgeha Proje û Tamîrkirinê ya Desteya Perwerdê û Fêrkirinê, endazyar Sehba El Ebdullah, xebatên sererastkirinê destpêka vê mehê (Tîrmehê) hatin destpêkirin û wê destpêka Mijdarê bi dawî bibin.

Lêçûna sererastkirina dibistana Sewra ku ji 36 odeyan pêk tê û têra zêdekirî hezar xwendekarî dike, 175 hezar û 257 dolar e. Di vê çarçoveyê de tevahî avahî, derî, pencere, destav û hola civînan tên sererastkirin.

Dibistana Hemşo ya du qatê ji 26 odeyên pêk tê û zêdekirî 700 xwendekarî dihewîne, bi lêçûna 182 hezar û 210 dolarî tê sererastkirin.

Dibistana El Beyda Kornîş ku ji du qat û 30 odeyan pêk tê têra zêdekirî 900 xwendekarî dike wê. Dibistan bi lêçûna 193 hezar û 253 dolarî tên sererastkirin

Desteya Pewrerdê û Fêrkirinê ya kantonê hewl dide di sala bê de dibistanên Ibin Sîna, Ibin Zêdon, Kindî, Yermûk, Fayiz Mensûr jî sererast bike. Li kêlek wê jî dibistaneke nû ji 3 qatan li taxa Wadî El Exder were avakirin.

Sehba El Ebdullah got dibistanên wê werin sererastkirin, di salên şer de hatibûn wêrankirin, sererastkirina wan pêwîstiyek bû ku zext li ser dibistanên din were sivikkirin.

(fr)

ANHA