Li Efrînê û Hemayê şewat

Li daristana gundê Tahona El Helawe ya gundewarê rojavayê Hemayê û gundê Erendê yê bajarê Efrînê yê dagirkirî şewatên mezin çêbûn.

Li Efrînê û Hemayê şewat
24 tîrmeh, 2025   15:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Şeva berê şewatek mezin li daristana gundê Tahona El Helawe yê li nêzî bajarê Siqelbiyê yê rojavayê Hemayê çêbûn û heta bi zeviyên çandiniyê yên li herêmê çû.

Tîmên agirkujiyê lez da ku agir vemirîne, ji bo ku şewat berfireh nebe.

Ji ber dûmanê zêde yê şewatê piranî şêniyên gund derketin.

Girêdayî mijarê, şeva din li daristana gundê Erendê yê bajarê Şiyê yê Efrîna dagirkirî şewatek çêbû. Şewatê bi dehan hêktarên zeviyên çandinî û hawîrdorî dan ber xwe.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di encama şewata vê dawiyê ya daristanên Laziqiyê de zêdetirî 17 hezar hêktarên darên hawîrdorî şewitîn, zirareke mezin bi herêmê bû.

(fr)