Li ser bendeke ewlehiyê li Tartûsê welatiyek hat kuştin

Li ser bendeke ewlehiyê li Tartûsê welatiyek hat kuştin Hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li ser bendeke ewlehiyê welatiyek sekinand, jê xwest ku dengê lawiran derxe. Lê piştî ew kes vê yekê red dike, tê kuştin.

Li ser bendeke ewlehiyê li Tartûsê welatiyek hat kuştin
30 îlon, 2025   23:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li bendeke kontrolê li gundê Izraîl ê bajarokê Dirêkîş yê bajarê Tartusê, elewiyekî qetil kirin. 

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê “bûyer bi taîfî wesifand” û da zanîn ku endamên bendê beriya ku welatiyê elewî bikujin jê xwestiye ku mîna kuçikan ewt bike lê dema daxwaza wan red kiriye, wî di cih de dikujin û cenazeyê wî dibin nexweşxaneya Dirêkîşê ji bo ku radestî malbata wî bikin.

(şx)