Li taxa Xerbî ya Qamişloyê 5 tabûr hatin avakirin

Şêniyên taxa Xerbî ya bajarê Qamişloyê ji bo piştgiriya QSD`ê bikin, di bin sîwana HPCˋê de 5 tabûr ava kirin.

Li taxa Xerbî ya Qamişloyê 5 tabûr hatin avakirin
Li taxa Xerbî ya Qamişloyê 5 tabûr hatin avakirin
Li taxa Xerbî ya Qamişloyê 5 tabûr hatin avakirin
Li taxa Xerbî ya Qamişloyê 5 tabûr hatin avakirin
Li taxa Xerbî ya Qamişloyê 5 tabûr hatin avakirin
Li taxa Xerbî ya Qamişloyê 5 tabûr hatin avakirin
14 ÇILE, 2025   19:08
QAMIŞLO

Ji bo bersivdana banga Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ya QSDˋê ya seferberiya giştî, şêniyên taxa Xerbî ya bajarê Qamişloyê 5 tabûr bi navên şehîd Cîhan Bîlgîn, Avzem Çiya, Çiya Rûs, Şivan Ehmed û Bîlal Îbrahîm ava kirin.

Tabûrên hatine avakirin bi daxuyaniyekê tevlêbûna xwe di nava Hêzên Parastina Civakî (HPC) de ragihandin. Endama HPC`ê Leyla Elî li Stadyûma Şehîdên 12`ê Adarê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji bo parastina destkeftiyên şoreşê û piştgiriya berxwedana QSDˋê li bendava Tişrînê ev tabûr hatin avakirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku pêkhateyên taxê yên Kurd, Ereb, Suryan, Asûr û Ermen dê herêmên xwe ji êrişên dagirkeran biparêzin.

(şx/fr)

ANHA