Li Bendava Tişrînê xelekên stranan

Ji bo nîşandana domandina sekna xwe li dijî êrişên dewleta Tirk û parastina Bendava Tişrînê beşdarên çalakiya nobedê ya li bendavê yê ji xelkê kantona Reqa, Tebqa û Dêrazorê bi awayekî xelek stranan dibêjin.

Li Bendava Tişrînê xelekên stranan
Li Bendava Tişrînê xelekên stranan
Li Bendava Tişrînê xelekên stranan
Li Bendava Tişrînê xelekên stranan
14 ÇILE, 2025   19:14
BENDAVA TIŞRÎNÊ

Duh, xelk kantonên Reqa, Tebqa û Dêrazorê ji bo tevlêbûna çalakiya Bendava Tişrînê ya ku ji 8ˋê Çileyê ve ji bo parastina bendavê ji êrişan didome, berê xwe dabû bendavê.

Dewleta Tirk a dagirker dema karwana gel berê xwe dida bendavê li ser rêya nêzî Bendava Tişrînê hedef girtibû, di encamê de 3 welatî şehîd bûn û 15 jî birîndar bûn.

Nûçegihanê ajansa me ji Bendava Tişrînê foto û dîmenên nobedaran ku xelekên stranan çêkirine kişandin.

(fr)