Li Sûriyyê 10 kes hatin kuştin

Navenda Sûriyeyê ya Mafê Mirovan ragihand ku nava  24 demjimêrên borî de herî kêm 10 kes di bûyerên cuda de li Sûriyeyê hatine kuştin.

Li Sûriyyê 10 kes hatin kuştin
18 hezîran, 2025   09:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Humsê, 4 kesên ji gundê El Muxram El Tehtanî dema ku diçûn bazara pez a li bajarê El Muşrife, bi guleyên çekdarên nenas hatin kuştin. Li gundê Hemam El Turkman ê girêdayî Girê Spî jî di encama pevçûneke çekdarî yê di navbera du eşîran de kesek hat kuştin.

Li biyabana El Siwêdayê, du kes ji ber teqîna mayînekê li rojhilatê devera Qaa El Benatê hatin kuştin. Li gundê Huweyce El Akirşî li başûrê rojhilatê Reqa ye termê xortekî kuştî hate dîtin.

Ciwanek piştî ku ji gundê Laftaya yê li gundewarê Humsê yê rojava hate revandin, ji aliyê komek çekdar a girêdayî Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ve hate kuştin. Li bajarê El Senemên ê Derayê, endamekî Wezareta Parastinê li ber deriyê mala xwe ya li bajarê hate kuştin.

(k)