Li Sûriyeyê jin û zarok jî di nav de 139 kes hatin kuştin

Di 24 demjimêrên borî de herî kêm 139 kes li Sûriyeyê, di bûyerên weke gulebarankirin, teqîna mayinan û gulebarana bêserûber  de hatin kuştin.

Li Sûriyeyê jin û zarok jî di nav de 139 kes hatin kuştin
12 adar, 2025   09:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavdêriya Sûriyeyê ya Mafên Mirovan ragihand ku  132 kes li herêmên cuda ên Sûriyeyê bi guleyan hatine kuştin, 72 ji wan li bajarê Tertûs û gundewarê wê, û 60 li bajarê Laziqiyê û gundewarê wê, di nav wan de sê jin û zarokek jî hene.

Li gundewarê Hemayê yê rojhelat, kesek dema pez diçêrand ji ber teqîna mayînên ku ji şer mane jiyana xwe ji dest da û zarokek jî li bajarokê El bilaliye li nêzîkî bajarê Dûmayê hat kuştin.

Li ber mizgeftekê li taxa El Zubêdiyê ya Helebê du kes ji aliyê du çekdarên bi motorsîklêtê ve hatin gulebarankirin û hatin kuştin.

Di pîrozbahiyên ji ber lihevkirina di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Şamê de ji ber guleyên bêserûber , 3 zarok li Hema, Idlib û Dêrezorê hatin kuştin.

(k)