Li Sûriyeyê ji wan 2 zarok 12 kes hatin kuştin 

Di nava 24 saetên dawî de li Sûriyeyê herî kêm 12 kes hatin kuştin di nava wan de  du zarokek jî hene.

Li Sûriyeyê ji wan 2 zarok 12 kes hatin kuştin 
5 adar, 2025   09:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Çavdêriya Sûryeyî ya Mafên Mirovan (SOHR) di 24 demjimêrên borî de herî kêm 12 kes li deverên cuda yên Sûriyeyê hatine kuştin.

Li taxa El Datûr li bajarê Laziqiyê, 4 kes ji aliyê endamên desthilata Şamê ve hatin kuştin. SOHR`ê her wiha diyar kir ku du endamên hêzên ewlekariya desthilata Şamê ji aliyê çekdarên nenas ve hatine kuştin.

Her wiha 2 kes ji aliyê çekdarên nenas ve li deriyê gundê Eyn Tîna yê girêdayî bajarê El Qeteyfe li gundewarê Şamê hatin kuştin. Li Li gundê El Mehrousa li Misyaf li gundewarê rojavayî Hemayê zarokek ji ber guleyeke nediyar hat kuştin.

Li Swêdayê, termê zilamekî nenas ê 30 salî ku bi guleyan hat kuştin, hat dîtin.

Di encama teqîna mayinên ku ji şer mane, welatiyekî ji gundê Aqîba ya Şêrawa ya gundewarê bajarê Efrînê yê dagirkirî hate kuştin û zarokek jî li bajarokê Ayaşê yê rojavayê bajarê Dêra Zorê hate kuştin.