'Heya misogerkirina mafên jinan di destûrê de têkoşîn dê bidome’

Jinên hiqûqnas û çalakvan diyar kir ku dê têkoşînê bidomînin heta ku mafên jinan di destûra nû ya Sûriyeyê de werin misogerkirin.

'Heya misogerkirina mafên jinan di destûrê de têkoşîn dê bidome’
6 gulan, 2026   02:35
HESEKÊ
BOTAN HISÊN

Jinên hiqûqnas û çalakvan ên sûriyeyî der barê siberoja jinan û astengiyên li pêşiya beşdariya wan di navendên biryardanê û rêvebirina welat de, her wiha divê jin li hemberî van astengiyan çi bikin, ji ajansa me re axivîn.

Endama Partiya Asûrî ya Demokratîk çalakvan Caklin Betrus Hino diyar kir ku jinên sûriyeyî bi awayekî sîstematîk tên dûrxistin û paşguhkirin.

Caklin Betrus Hino bi bîr xist ku hikumeta demkî dest bi dest jinan silav nake û dema jinekê dibîne serê xwe dadixe û wiha domand " Ev çewisandineke rasteqîn a jinan e. Divê jinên sûriyeyî bi rola xwe ya bingehîn û çalak di nivîsandina destûra nû ya Sûriyeyê de rabin û mafên wan werin misogerkirin."

Caklinê girîngiya ku jin di sazumaniya dewletê û navendên biryardanê de hebin vegot û ev li axaftinên xwe zêde kirin "Jinan ji bo bidestxistina mafên xwe têkoşîneke dem dirêj kirine, lew ra mafên wan xwezayî ye ku cihê xwe di sazumaniya dewletê û navendên biryardanê de bigirin."

Caklin Betrus Hino îşaret bi vê yekê kir ku misogerkirina mafên jinan di destûrê de garantiya wan a yekane û têkoîna wan e da ku bihêjin navendên biryardanê. Her wiha destnîşan kir ku jin di hemû qadan de xwedî hêzeke bilind in, hikumeta heyî dikare sûdê ji hêza wan bigire.

Caklin Hino têkildarî astengiyên li pêşiya jinên Sûriyeyê diyar kir ku di daxuyaniyên fermî yên hikumetê de û rewşa li ser erdê de nakokî hene û destnîşan kir ku tu garantiyên rasteqîn ji aliyê hikumetê ve nehatin dayîn, lew ra garantiya rasteqîn jin bi xwe ne, divê tevahî jin têkoşînê xurt bikin da ku mafên xwe di destûrê de bi dest bixin.

Caklin Bitrus Hino anî ziman ku çareseriya pirsgirêka mafên jinên Sûriyeyê bi destûreke nû ku mafên wan û beşdariya siyasî ya çalak misoger bike pêkan e û got, divê temsîla jinan di Meclisa Gel û saziyan de kotayê be.

Hiqûqnas Beşîra Cemaledîn jî got li gel hikumeta demkî rola jinan pir lawaz e û ne li gorî jêhatîbûna wan e.

Beşîrayê jî da zanîn ku misogeriya yekane ya mafên jinan ew e ku di destûrê de werin nivisandin ku beşdariya wan jiyana siyasî, civakî û navendên birydanê de bi rêxistin bikin.

Der barê mekanîzmayên destûrî yên ji bo garantîkirina mafan de, Beşîrayê anî ziman ku divê komîte û desteyên jinan di nav komîteyên nivîsandina destûrê de werin avakirin, jin bi nivîsandina mafên xwe di destûrê de eleqedar in, ne mêrên ku hewl didin van karan bigirin ser xwe.

Beşîra Cemaledîn îşaret pê kir ku zehmetiyên ku jinên sûriyeyî di bidestxistina mafên xwe de pê re rû bi rû dimînin, dûrxistina wan ji navendên biryardanê, serweriya hişmendiya mêr û nebûna baweriyê bi hêz û rola jinan. Her wiha destnîşan kir ku garantîkirina mafên jinan di destûrê de dikare bibe alîkar ku pirsgirêka hişmendiya baviksalar di civakê de çareser bike û rê bide jinan ku roleke bibandortir bilîzin.

Beşîrayê da zanîn ku paşxaneya îslamîst a hikumeta demkî bandorek neyînî li ser rola jinan dike, ev yek di rêvebirina welat bi yek reng, yek raman û form û temsîlkirina jinan ji aliyê jinekê tenê ve diyar dibe.

Çalakvana mafên jinan Emîn Mihemed jî bi bîr xist ku Rêveberiya Xweser di Hevpeymana Civakî de derfet da jinan da ku rolên xwe bi awayekî rasteqîn û çalak pêk bînin û temsîla jinan di saziyan de ji sedî 50 be.

Evîn Elî fikarên xwe anîn ziman ku piştî entegrasyona di nava hikumeta demkî de rewşa jinên Rojava were guhertin.

Evînê bi bîr xist ku temîsla jinan di hikumetê de ji sedî 1 e û nerazîbûna xwe li hemberî vê yekê û hewldanên guhertina rewşa jinên Rojava anîn ziman.

Der barê astengî û xetereyên li ser siberoja jinan de, Evîn Elî da zanîn ku astengiyên heyî ew e ku hewl didin dengê jinan qut bikin û nehêlin bighêje derve û hundirê Sûriyeyê. Di dawiya axaftina xwe de jî diyar kir ku dê heya misogerkirina mafên xwe têkoşînê bidomînin.

(bb)

ANHA