Li Sûriyeyê bilindbûna pileyên germahiyê û hişyariyên li ser ecacê

Îro li Sûriyeyê hewa germ û ewrahî ye û li rojhilatê welêt bayekî gur heye ku îhtîmal e bi xwe re bahoz û ecacê bîne. Pileyên germahiyê jî nêzî 10 dereceyan ji asta xwe ya asayî zêdetir bûne.

Li Sûriyeyê bilindbûna pileyên germahiyê û hişyariyên li ser ecacê
23 nîsan, 2025   11:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro li tevahiya Sûriyeyê hewa germ û ewrahî ye û bayekî gur heye, her wiha îhtîmal heye bahozên tozê û ecac li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêbin.

Pileyên germahiyê di navbera 10 heya 12’an de ji rêjeya xwe ya asayî li piranî herêman zêdetir bûne, li peravê û bilindahiyên rojavayê Şamê jî pileyên germahiyê ji 5 heya 7’an ji rêjeya xwe ya asayî zêdetir bûne.

Li herêmên rojhilat û başûr hewa toz e û îhtîmal e li herêma rojhilatê welêt bahoz û ecac çêbin. Tê payîn ku bayê ber bi başûrê rojava ve, li perav û bakurê rojava çalak be, leza wê di navbera 25- 35 km/saetê de be, lê li başûr, naverast û rojhilatê welêt jî dibe ku leza bayê bigihêje 40-50 km/saetê û li hin deveran jî dibe ku bigihêje 80 km/saetê.

(fr)