Li Sûriyeyê 7 kes hatin kuştin

Li deverên cuda yên Sûriyeyê di 24 saetên dawîn de 7 kes hatin kuştin.

Li Sûriyeyê 7 kes hatin kuştin
19 sibat, 2025   09:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Sûriyeyê tevlihevî, kuştin û tundî zêdetir bûne. Li gorî agahiyên ku me ji çavkaniyan komkirine, di 24 saetên dawîn de 7 kes hatin kuştine.

Li taxa Beyad a bajarê Humisê kesekî elewî hat revandin û cenazeyê wî li Nexweşxaneya Lewz a bajar hat dîtin. Li bajarê Cebla yê Laziqiyê jî cenazeyê kesekî ku ji aliyê çekdaran ve hatibû kuştin, hate dîtin. Her wiha li taxa El Weir a bajarê Humisê ajokarekî teksiyê hate revandin û piştî kêmtirî 24 saetan cenazeyê wî hat dîtin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, keyeyê gundê Şêx Seed ê rojavayê bajarê Derayê dema ji mizgefta gund derdikeve, ji aliyê du çekdaran ve bi guleyan hat kuştin.

Hate zanîn, li bajarê Xewr El Xerbî yê Humisê jî girtiyek di desthilata nû ya Şamê de ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest da.

Li bejahiya başûrê Dêrazorê ciwanek dema bi karê xwe yê rakirina mayînan radibû, mayîn pê de teqiya û jiyana xwe ji dest da. Li gundê Qîratê yê rojhilatê bajarê Helebê jî ciwanekî din ji ber teqîna mayînekê jiyana xwe ji dest da.

(bb)