Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Mesrûr Barzanî destpê kir

Hevdîtina di navbera Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de dest pê kir.

Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Mesrûr Barzanî destpê kir
19 sibat, 2025   09:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevdîtinên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên li Herêma Federe ya Kurdistanê berdewamin.

Hevdîtina şandeyê ya bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re destpê kir. Hevdîtin, ji çapemeniyê re girtî dest pê kir.

êjayî gotinê ye duh şandeya Îmraliyê li Silêmaniyê bi serokê YNK’ê Bafil Talebanî, cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubat Talebanî û Endama Mekteb Siyasî ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed re civiya bûn.