Li Sûriyeyê 4 kes hatin kuştin

Li deverên cuda yên Sûriyeyê 4 kes di encama teqandina bê ser û ber a guleyan, pevçûn û rewşên bi guman de hatin kuştin.

Li Sûriyeyê 4 kes hatin kuştin
12 tîrmeh, 2026   10:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî şopandina nûçegihanên ajansa me, duh (11 Tîrmeh) li herêmên li Sûriyeyê 4 kes di encamê bûyerên cuda de hatin kuştin.

Li bajarê Qimhana yê bakurê parêzgeha Hemayê jinek dema li nêzî mala xwe dixebitî, di encama teqandina bê ser û ber a guleyan de hat kuştin.

Li taxa Dêr Beleba yê bajarê Humsê ciwanek ku berê ji ber teqandina bê ser û ber a guleyan birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da.

Li bajarê Serêkaniyê cenazeyê zarokeke 15 salî di mala wê de hate dîtin.

Li gundê Meeret El Etarib ê gundewarên rojavayê Helebê jî di pevçûna di navbera du malbatan de ciwanek hat kuştin.

(sb)