Li  Sûdanê di êrişekê de 70 kes hatin kuştin

Li bajarê El Faşer ê bakurê Darfûr ê li Sûdanê balafireke bêmirov nexweşxaneyek bombebaran kir, di encamê de 70 kes hatin kuştin û 19 kes jî birîndar bûn.

Li  Sûdanê di êrişekê de 70 kes hatin kuştin
26 ÇILE, 2025   12:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê Tedros Adhanom Ghebreyesus got ku di encama êrişa ku li ser nexweşxaneya Siûdî ya li bajarê El Faşer, paytexta eyaleta Darfura bakur a Sûdanê de 70 kes hatin kuştin û 19 kes jî birîndar bûn.

Ghebreyesus piştrast kir ku qurbanî hemû nexweş û xizmên wan in ku di dema êrişê de li nexweşxaneyê bûn.

Beriya çend demjimêran karbidestên xwecihî yên li eyaleta Darfûr a Bakur ragihandin ku êrişek pêk hatiye.

(k)