Li Sûdanê bi dronan êrişî deverên stratejîk hatin kirin

Hêzên Piştevaniya Lezgîn bi dronan êriş bire ser balafirgeha Port Sûdanê û hin deverên din.

Li Sûdanê bi dronan êrişî deverên stratejîk hatin kirin
4 gulan, 2025   11:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku medyayên Sûdanê parve kirine, Hêzên Piştevaniya Lezgîn îro bi dronan êrişî balafirgeha Port Sûdanê kir. Medyayên sûdanî diyar kir ku hin dron hatin astengkirin.

Artêşa Sûdanê piştrast kir ku Hêzên Piştevaniya Sûdanê li bajarê Port Sûdanê bi dronan êrişî bargeha hewayî ya Osman Deqne, embara kel û pelan û hin tesîsên sivîl kirin.

Hêzên Piştevaniya Lezgîn ragihandibû ku roja pêncşema borî bajarê Nihûd û duh êvarî jî bajarê Xoy ê eyaleta rojava ya Kerdefanê rizgar kirin.

Hate ragihandin ku li Faşirê ku paytexa eyaleta Bakurê Darfûrê ye (baregeha dawîn di destê artêşa Sûdanê de maye) şerekê giran rû dide.

Bi berdewama şer re, li Sûdanê rewşa mirovî aloztir bûne. Li gorî raporan, ji ber tunebûna cih, kêmbûna xwarin û pêdiviyên tenduristiyê reva sivîlan a ber cihên ewle dewam dike.

(bb)