KNK’ê ji bo wefata Onder peyama sersaxiyê weşand

KNK’ê ji ber wefata Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder ji gelên Kurdistan û Tirkiyeyê, ji DEM Partiyê û malbata Onder re sersaxî xwest.

KNK’ê ji bo wefata Onder peyama sersaxiyê weşand
4 gulan, 2025   11:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji ber wefata Endamê Şandeya Îmraliyê û Serokwekîlê Meclîsê Sirri Sureyya Onder peyamek weşand û ji gelên Kurdistanê û Tirkiyeyê, DEM Partî û malbata Onder re sersaxî xwest.

KNK’ê diyar kir ku siyasetmedar, nivîskar, hunermend, aktîvîstê aştiyê Sirri Sureyya Onder karê xwe yê herî hêja 12 salên dawî kir ku ji bo aştiyê bê navber xebitî.

KNK’ê got: “Di nava van 12 salan de navê Sirri bi lêgerîna li çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd hate bilêvkirin. Hem di pêvajoya 2013-2025’an de hem jî di vê pêvajoyê de ku beriya 7 mehan destpê kir, bi roleke sereke rabû. Ji ber karên xwe yên aştiyê hate girtin û zêdeyî 3 salan girtî ma. Di çarçoveya karên xwe de bi dehan carî çû Girava Îmraliyê û bi Birêz Abdullah Ocalan re gelek hevdîtinên girîng kir. Peyamên Birêz Ocalan ên ji bo tevgera azadiyê, hikumeta Tirk, partî û rêxistinê û raya giştî bi zimanekî bedew parve kir û ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd emînek amade kiribû. Her wiha peyamên hemû aliyan gihand Birêz Ocalan. Nebûna Sirri Sureyya Onder ji aliyê karên çareseriya aştiyane û hewldanên avakirina welatekî demokratîk kêmasiyeke mezin bi xwe re tîne.”