Li Spanyayê zêdetirî 2 hezar hektar erdên çandiniyê şewitîn

Li bakurê rojhilatê Spanyayê 22 milyon metreçargoşe daristan û zeviyên çandiniyê şewitîn û hewldanên kontrolkirina şewatê didomînin.

Li Spanyayê zêdetirî 2 hezar hektar erdên çandiniyê şewitîn
4 tîrmeh, 2026   17:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Li nêzîkî herêma Costa Brava ya li bakurê rojhilatê Spanyayê şewateke mezin derket. Li gorî agahiyan, bi qasî 2 hezar 200 hektar anku 22 milyon metreçargoşe daristan û zeviyên çandiniyê şewitîne. Lê tu zerarên mirovî çênebûn. Hewldanên kontrolkirina agir dewam dikin.

Rayedarên agirkujiyê der barê bûyerê de daxuyanî dan dezgehên ragihandinê û gotin, di şevê de ji sedî bi qasî 70 ji şewatê hat kontrokirin, nêzî 400 endamên ekîbên agirkujiyê û bi dehan tîmên hewayî beşdarî vemirandina agir bûne. Rayedaran destnîşan kirin ku çûn û hatina bajarokên şewat lê bûne, hatine qedexekirin.

(bb)