Li Siweydayê 2 kes hatin revandin
Çekdarên nenas 2 kes li rojhilatê Siweydayê revandin. Hate ragihandin ku di nav de zarokek (14) heye.

Çavkaniyan li herêmê ragihand ku çekdarên nenas zarokê bi navê Qusey Cuma El Remsan ê ji gundê Şiab ê rojhilatê Siweydayê, dema ku tevî mêrekî ji êla El Tayce ya li herêma El Lace pez li nêzî gundê Tilêlîn diçêrand, revandiye.
Heman çavkaniyan ku agahiyên xwe ji kurapê zarokê revandî wergirtiye, da zanîn ku çekdaran rûyê xwe girtibû û li erebeyeke spî siwar bûbûn, dema êriş Quseyê û şivanê din kiriye û di bin gefa çek de bi zorê li erebeyê siwar kirine û bilez ber bi rojhilatê gundê Tilêlîn ve reviyane.
Her wiha çavkaniyan diyar kir ku heta niha çarenûsa her duyan û sedema revandina wan nayê zanîn.
(şx)