Di encama bombebarana balafiran de gundên Amêdîyê şewat derket
Di encama bombebarana dewleta Tirk a dagirker de şewatek berfireh li gundê Kanî yê li sînorê parêzgeha Dihokê derket.

Ji ber bêdengiya hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê her ku diçe dagirkerî û êrişên li ser Başûrê kurdstanê zêdetir dibin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Beriya demek kurt dewleta Tirk a dagirker bi balefiran gundê Kanî yê li sînorê bajarokê Amêdiyê ser bi parêzgeha Dihokê bombebaran kir.
Di encama bombebaranê de şewatek mezin li sînorê gund derketiye.