Li Siwêdayê artêşeke nîştimanî hate avakirin

Kom û hêzên xwecih ên li Siwêdayê bi daxuyaniyekê ragihand ku bi armanca yekirina hewldanên leşkerî û parastinê di bin sîwanekê de, artêşeke nîştimanî bi navê “Pesdarên Nîştimanî” ava kiriye.

Li Siwêdayê artêşeke nîştimanî hate avakirin
23 tebax, 2025   19:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Kom û hêzên xwecih ên parêzgeha Siwêdayê ragihandin ku wan artêşeke nîştimanî bi navê “Pesdarên Nîştimanî” ava kir. Bi hezaran ciwanên çiyayê El Ereb tev lê bûne. 

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ew ji vê ragihandinê armanc dikin ku hewldanên leşkerî û parastinê di bin sîwanekê de li hemberî hewldanên “komên selefî yên radîkal” ên ku di çend salên dawîn de êriş herêmê kirine, bikin yek.

Di daxuyaniyê de, hate gotin komên daxuyanî îmze kiriye, pabendî biryarên serokatiya rohanî ya taîfeya Durziyan in û ew serokatî ya di bin sîwana Hikmet El Hecrî de, lêvegera wan a yekane ye û helwesta çiya rave dike.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hêzên “Pesdarên Nîştimanî” dê bibe saziya leşkerî ya fermî ya taîfeyê û dê herêmê biparêzin.

30 komên daxuyanî îmze kirine careke din soz dan ku “çiyayê El Ereb, nasnameya herêmê biparêzin, rêgezên xwe û rûmeta gelê herêmê heta dilopa xwîna dawîn biparêzin”.

(şx)