Li Siwêdayê teqîn: 2 zarok hatin qetilkirin

Di teqîna bombeyekê li herêma Sîna ya Siwêdayê de 2 zarok hatin qetilkirin û 6 kes jî birîndar bûn.

Li Siwêdayê teqîn: 2 zarok hatin qetilkirin
25 ÇILE, 2026   15:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Di nava komeke ciwan û zarokan de li herêma Sîna ya Siwêdayê bombeyek teqiya, di encamê de 2 zarok hatin qetilkirin. Li gorî çavkaniyeke tibî ku ji ajansa me ANHA’yê re diyar kiriye, heta niha navê yekî hatiye naskirin; Werd Cad El Barokî yê 9 salî û zarokeke din jî hîna nehatiye naskirin.

Çavkanî da zanîn ku 2 cenaze û 6 birîndar gihaştin Nexweşxaneya Wetenî ya Siwêdayê, di nav birîndaran de rewşa hinekan giran e.

Çavkanî anî ziman ku sedema teqînê ew e ku zarokan bi bombeyê dilîst. Lê lêpirsînên der barê bûyerê de dewam dikin.

(fr)