Li Siwêdayê şerekî dijwar rû dide

Li çend aliyên gundewarê Siwêdayê di navbera çekdarên girêdayî hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê û yekîneyên hêzên leşkerî yên xwecihî de şerekî dijwar rû dide.

Li Siwêdayê şerekî dijwar rû dide
3 tebax, 2025   14:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Komên çekdar ên girêdayî hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê duh derengiya şevê ji gundên rojhilatê Dera bi dijwarî êrişî bajarokên El Seilê û Dîbên ên Siwêdayê kirin.  Êrişkarên agirbestê binpê kirin, herdû bajarok heta saetên sibê bi dijwarî topbaran dikirin.

Nûçegihanên me li Siwêdayê ragihand ku çekdarên herêmî li bajaroka Dîbên bi dijwarî bersiva êrişkaran dan û êrişkar têk birin. Nûçegihanan destnîşan kir ku dengê gule û topan heta niha tê bihîstin û ragihandin ku şer hîn jî didome.

Li aliyê din jî binpêkirina çekdarên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê û êrişa wan bû sedema metirsiyekê mizin di nava welatiyên Siwêdayê de.

(dc)

ANHA