CENTCOM: Li Sûriyeyê nêzî 25 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin û girtin

CENTCOM'ê ragihand ku hêzên wan di çend rojên piştî operasyona "Çavê Baz" a 19'ê Kanûnê de, li Sûriyeyê nêzî 25 çeteyên DAIŞ'ê kuştin û girtin.

CENTCOM: Li Sûriyeyê nêzî 25 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin û girtin
30 kanûn, 2025   21:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku hêzên wan bi hevkariya hêzên welatên hevkar di çend rojên piştî operasyona "Çavê Baz" a 19'ê vê Kanûnê ya li Sûriyeyê de nêzî 25 çeteyên DAIŞ'ê kuştin û girtin.

CENTCOM'ê diyar kir ku operasyonên hevbeş ên li herêma cuda yên Sûriyeyê di navbera 20 û 29'ê Kanûnê de hatin kirin, di encamê de herî kêm 7 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin û yên din hatin girtin, her wiha 4 veşartgehên çekan ên girêdayî çeteyan hatin rûxandin.

Di 19'ê Kanûnê de hêzên Amerîkayê û yên Urdunê operasyona "Çavê Baz" li dijî zêdetirî 70 cihên DAIŞ'ê pêk anîbû. Di operasyonê de bi dehan balafirên şer, helîkopter û top hatin bikaranîn, bi wê re de binesazî û cihên çekan ên DAIŞ'ê hatin rûxandin.

Fermandarê CENTCOM'ê, general Bradd Cooper got ku Amerîka gavan paş de navêje. Cooper anî ziman ku Amerîka bi hevkarên xwe yên herêmî re pabend e ku gefên DAIŞˊê yên ku xeteriyê li ser ewlehiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û herêmê çêdikin têk bibe.

Cooper anî ziman ku çeteyên DAIŞ'ê di 2025'an de herî kêm beşdarî 11 planên êrişê li hundirê DYAˊyê bûne û kirine. Hêzên Amerîka û hêzên dewlet hevkar di 11 mehên dawîn de li Sûriyeyê gelek operasyon kirin, di encamê de zêdetirî 300 çete hatin girtin û zêdetirî 20 jî hatin kuştin.

(mh/fr)