Li Kobanê malbatên dîlgirtiyan xwepêşandan li dar xist

Malbatên dîlgirtiyan yên bajarê Kobanê li pêşiya avahiya rêveberiya bajar xwepêşandan li dar xist û daxwaza azadkirina zarokêln xwe kirin.

Li Kobanê malbatên dîlgirtiyan xwepêşandan li dar xist
Li Kobanê malbatên dîlgirtiyan xwepêşandan li dar xist
Li Kobanê malbatên dîlgirtiyan xwepêşandan li dar xist
Li Kobanê malbatên dîlgirtiyan xwepêşandan li dar xist
Li Kobanê malbatên dîlgirtiyan xwepêşandan li dar xist
Li Kobanê malbatên dîlgirtiyan xwepêşandan li dar xist
Li Kobanê malbatên dîlgirtiyan xwepêşandan li dar xist
Li Kobanê malbatên dîlgirtiyan xwepêşandan li dar xist
7 hezîran, 2026   14:56
KOBANÊ

Dema ku parêzgarê Helebê û şandeyek pê re gihaştin bajarê Kobanê, malbatên dîlgirtiyan berê xwe dan avahiya rêveberiya herêmê û li wir xwepêşandan li dar xist.

Malbatên dîlgirtiyan bi dirûşman û pankartan  bertekên xwe anîn ziman û daxwaza azadkirina zarokên xwe kirin.

 Cîgirê Parêzgarê Helebê Elî Henûra ji malbatên dîlgirtiyan re axivî û wiha got: "Bi gavên destpêkê yên entegrasyonê re, komîteyek hate damezrandin da ku li ser çend mijaran bixebite, di nav de vegera koçberan û berdana dîlgirtiyan hebû. Daxwazên we mafdar in û ez daxwaza we ya ji bo zarokên we yên dîlgirtî fêm bikim. Lê belê, karê komîteyê ne rotîn e û demê hewce dike ku serbestberdana her kesî were misogerkirin û çarenûsa wan were diyarkirin. Ji ber vê yekê divê hûn agahdariya li ser dîlgirtiyên xwe yên winda bidin komîteyê da ku çarenûsa wan were diyarkirin."

Malbatan xwestin di zûtirîn demê de zarokên wan ên dîlgirtî werin berdan.

(sş)

ANHA