Li Siwêdayê ji ber nebûna piştgiriya mirovî zehmetiyên koçberan zêde bûne

Li gel kêmbûna pêdiviyên tibî û yên jiyanî zehmetiyên xelkê Siwêdayê yên ji gundên xwe koçber bûne û li navendên hewandinê bi cih bûne, zêdetir bûne.

 Li Siwêdayê ji ber nebûna piştgiriya mirovî zehmetiyên koçberan zêde bûne
 Li Siwêdayê ji ber nebûna piştgiriya mirovî zehmetiyên koçberan zêde bûne
 Li Siwêdayê ji ber nebûna piştgiriya mirovî zehmetiyên koçberan zêde bûne
 Li Siwêdayê ji ber nebûna piştgiriya mirovî zehmetiyên koçberan zêde bûne
 Li Siwêdayê ji ber nebûna piştgiriya mirovî zehmetiyên koçberan zêde bûne
 Li Siwêdayê ji ber nebûna piştgiriya mirovî zehmetiyên koçberan zêde bûne
20 îlon, 2025   04:05
SIWÊDA

Welatiyên ji gundewarên rojavayê Siwêdayê behsa êş û zehmetiyên koçberiya bi darê zorê ya bi destê hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û çekdaran kir û diyar kir ku pêdiviya navendên ku ew tê de ne, bi piştgiriya madeyên tibî, jiyanî û xurekê heye.

Welatî Samir El Kifêrî behsa windakirina keça xwe ji aliyê "Ewlekariya Giştî" ve û birîndarkirina hevjînê xwe kir û got piştî mala wê şewitî tu cihekî biçiyê nemaye.

Welatî Zuhêr Zehreedîn ê ji bajarokê Welga qala derketina ji malê ya piştî topbaranê kir û diyar kir ku wan hewl da di malên xwe de ewle bin, lê ji hêla sekvanan ve hatin gulebarankirin û mecbûr man vegerin bajarokê El Ruha.

Welatî Tariq Şîhabedîn jî bal kişand ser pêdiviya bi madeyên tibî û xurekê û got ew di rewşeke pir zehmet de dijîn û tiştê hiştiye rewş girantir bibe ew e ku ji çend mehan ve mûçeyên xwe nestandine.

Çavdêrê navenda bicihbûna koçberan a li bajarokê El Ruha Nîzar Masûd li ser nebûna derfetan axivî û got bi dehan malbat di dibistanan de hatine bicihkirin. Bi wê re bajarok giştî veguheriya navendên hewandinê. Masûd destnîşan kir ku koçber ji gundên rojavayê Siwêdayê ne û hîna hêzên hikumeta veguhêz jî li wir in.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di çend mehên borî de rewşa debarê pir zehmet bûye, welatiyên ji Siwêdayê yên di saziyên dewletê de karmend in, ji 4 mehan ve mûçeyên xwe nestandine.

Li Siwêdayê, bi taybet li gundewarên wê yên li rojava ji nîvê Tîrmeha 2025ˊan ve, piştî hêzên hikumeta veguhêz û çekdarên wê êrişî herêmê kir û Hêzên Parêzvanên Nîştimanî hewl da bersivê bide, rageşiyeke leşkerî heye. Di encama êrişê de bi sedan kes hatin qetilkirin û bi hezaran kes jî koçber bûn.

(fr)