Li Pakistanê jinek wek serokwezîra parêzgehê hat hilbijartin

Li Meclisa Parêzgeha Pencabê ya Pakistanê hilbijartin hat kirin di encam de Meryem Nawaz wek serokwezîra jin a parêzgeha welat hat hilbijartin.

Li Pakistanê  jinek wek serokwezîra parêzgehê hat hilbijartin
27 sibat, 2024   11:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamên Meclisa Pencabê ya Pakistanê, di hilbijartina ku ji bo diyarkirina serokwezîra parêzgehê hat li dar xistin de deng dan. Di Meclisa Pencabê ya ku ji 371 kursiyan pêk tê de keça Cîgira Serokê Koma Misliman a Pakistanê (PML-N) û serokawezîrê berê Nawaz Şerîf Meryem Nawaz, dengên 220 endaman wergirt.

Meryem Nawaz, ji aliyê piraniya dengan ve hat pejirandin û di dîroka welat de bû serokwezîra parêzgehekê. PML-N, di Meclîsa Pencabê de bi 193 kursiyan piraniya xwe di destê de digre.

Namzedê Tevgera Edaletê ya Pakistanê (PTI) Rana Aftab yê partiya serokwezîrê berê yê girtî Îmran Khan, hilbijartinan protesto kiribû.

Hilbijartinên li Pakistanê

Komîsyona Hilbijartinê ya Pakistanê, encamên hilbijartinên Meclisa Neteweyî û meclisên parêzgehan ên ku di 8’ê Sibatê de hate li dar xistin, di 11’ê Sibatê de eşkere kir. Li gorî encamên fermî, di hilbijartinan de parlementerên serbixwe yên PTI’ya partiya serokwezîrê berê yê girtî Îmran Xan di rêza ewil de û PML-N’ya serokwezîrê berê Şerîf lîdertiya wî dike jî di rêza duyemîn de cih girtîbû.