Li Siwêdayê êrişa bi dronan: 2 kes birîndar bûn

Li Siwêdayê di êrişa bi dronekê ya li dijî erebeyekê de 2 kes birîndar bûn.

Li Siwêdayê êrişa bi dronan: 2 kes birîndar bûn
9 mijdar, 2025   13:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihana me ji Siwêdayê ragihand ku li nêzî girîgeha medenî ya li bajarê bi dronekê erebeyek hat bombebarankirin.

Nûçegihana me diyar kir ku di bombebaranê de 2 kes birîndar bûn û ji bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.

Hêzên ewlekariyê der barê bûyerê de lêkolîn dane destpêkirin.

(bb)

ANHA