Li Efrînê çeteyan kesek qetil kir

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li bajarê Cindirêsê yê Efrînê şêniyek qetil kir.

Li Efrînê çeteyan kesek qetil kir
9 mijdar, 2025   13:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Efrîna dagirkerî sûcên dermirovî ku ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve têne kirin, dewam dikin

Çavkaniyên xwecih diyar kirin ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker şêniyê bi navê Mistefa Mihemed Îso (Îskê) yê ji gundê Qermitliq qetil kir.

Li gorî çavkaniyan, çeteyekî Mistefa bire gundê Sinara nava zeviyan zeytûnan, piştre li serî wî da û wî qetil kir. Cenazeyê wî jî li heman cihî defin kir.

(bb)