Li Siwêdayê aqûbeta girtî û kesên winda hat pirsîn

Li bajarê Siwêdayê bi dirûşma "Em doza wan di wijdanê xwe de hildigirin" xewpêşandanan bi doza aşkerakirina aqûbeta girtî û kesên winda û azadkirina wan hat lidarxistin.

Li Siwêdayê aqûbeta girtî û kesên winda hat pirsîn
Li Siwêdayê aqûbeta girtî û kesên winda hat pirsîn
Li Siwêdayê aqûbeta girtî û kesên winda hat pirsîn
Li Siwêdayê aqûbeta girtî û kesên winda hat pirsîn
Li Siwêdayê aqûbeta girtî û kesên winda hat pirsîn
Li Siwêdayê aqûbeta girtî û kesên winda hat pirsîn
2 tîrmeh, 2026   21:02
SIWÊDA

Bi armanca piştgiriya xizmên girtî û windayan, Tîma Sened bi hevkariya Rêxistina Beytî Ena Beytek (Mala Min Mala Te Ye) xwepêşandanek li bajarê Şehba yê Siwêdayê li dar xist. 

Di xwepêşandanê de ku bi dirûşma "Em doza wan di wijdanê xwe de hildgirin" hat lidarxistin de, wêneyên girtiyan û kesên winda hatin hildan. Pankartên bi nivîsên diyarkirina aqûbeta wan û azadkirina wan jî hatin vekirin.

Xwepêşandêran, peymanê wekî "Doza girtî û windayên bi darê zorê dozeke mirovî ye" da û bang li aliyên têkildar û rêxistinên hiqûqî û mirovî kirin ku ji bo aşkerakirina aqûbeta wan û azadkirina wan bi awayekî cidî bikevin tevgerê.  Her wiha bang hat kirin ku li gorî qanûnîn navneteweyî hesab ji berpirsên rewşên windakirina bi zorê bipirsin.

(bb)