Li Siwêdayê 1350 nexweşên pênceşêrê bê derman in

Komeleya Dostên Nexweşên Penceşêrê ya Siwêdayê bang li rêxistinên navneteweyî û aliyên peywendîdar kir ku derman ji bo hezar 350 nexweşên penceşêrê ku jiyana wan di xetereyê de ye dabîn bike.

Li Siwêdayê 1350 nexweşên pênceşêrê bê derman in
30 tîrmeh, 2025   18:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji 13’ê Tîrmehê ve, piştî êrişên hêzên hikumeta veguhêz û komên çekdar, ambargoyeke giran li ser Siwêda û gundewarên wê heye, pêdiviyên sereke yên jiyanî, derman, xwarin û sotemenî jî gelekî kêm in.

Komeleya Dostên Nexweşên Penceşêrê ya bajarê Siwêdayê banga lezgîn li rêxistinên navneteweyî, saziyên sivîl û yên li diasporayê kirin ku piştgiriyê bidin nexweşan.

Der barê mijarê de rêveberê komeleyê Dr. Ednan Mqlid ji ajansa me re axivî. Mqlid ragihand ku pêdiviya hezar û 350 nexweşan bi dermanan heye û bang bilez a dabînkirina dermaman kirin û got, ji ber nebûna derman wê karesetên mirovî rû bidin.

Dr. Mqlid diyar kir ku di vê deropêçê de ew hewil didin dermanên niha li dermanxaneyan li hemû nexweşan belav bikin, lê derman gelekî hindik e.

Her wiha Dr. Ednan Mqlid anî ziman niha 45 nexweş li Şamê asê mane û ev agahî da: "Ev nexweş ji ber dorpêça li ser Siwêdayê nikarin vegerin. Lewma rewşa wan ya jiyanî û tenduristî xerab dibe. Hemû hewldanên aliyên peywendîdar û rêxistinên mirovî yên ji bo vegera van kesan jî bê encam bûn."

Komeleyê di vê dawiyê lîsteya dermanên sereke yê ku pêwistiyan wan pê heye belav kir û bang li civaka navneteweyî kir ku ku tavilê bersivê bike.

Navên dermanên ku pêwistiya nexweşan pê heye ev in:

- ARMIDEX 1 MG (ANASTROZOLE(

- FEMARA 2.5MG, LETROMAR 2.5 MG (LETROZOLE(

- HYDREA 500 MG (HYDROXYUREA)

- XELODA 500MG (CAPECITABINE(

- IMATINIB, GLEEVEC 100, 400 MG (IMATINIB)

- CASODEX 50 MG (BICALUTAMIDE)

-TEMODAL 250 MG (TEMOZOLOMID)

-GEMZAR 1 G (GEMCITABINE)

-CARBOPLATIN 150, 450 MG (CARBOPLATIN)

- ZOMETA, ZOLDRIA 4 MG (ZOLEDRONIC ACID)

-NAVELBINE (VINORELBINE)

-HERCEPTIN (TRASTUZUMAB)

- CISPLATIN (CISPLATIN)

- ENDOXAN (CYCLOPHOSPHAMIDE(

-TAXOL (PACITAXEL)

-DOXORUBICIN (DOXORUBICIN)

-TAMOXIFEN 10, 20 MG (TAMOXIFEN)

- SANDOSTATIN 30 MG (OCTREOTIDE)

-DOCETAXEL, TAXOTERE (DOCETAXEL)

-BCG INTRAVESICAL LIVE, TICE BCG (BACILLUS CALMETTE GUERIN)

-ALBUMIN

(ac/bb)