Hêzên Îranê kolberekî Kurd birîndar kir

Rêxistina HRANA kolberek ji bajarê Seqizê li sînorê Bane ji aliyê hêzên çekdar yên Îranê ve hate birîndar kirin.

Hêzên Îranê kolberekî Kurd birîndar kir
30 tîrmeh, 2025   17:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan ya HRANA têkildarî birîndarkirina kolberekî Kurd ji aliyê hêzên çekdar yên Îranê ve daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye;

“Êvara roja Sêşemê kolberekê Kurd yê bi navê Behram (30) ku ji gundê Mîkî yê ser bi bajarê Seqiz yê Rojhilatê Kurdistanê ye û nîştecihê bajarê Sine ye, li sînorê herêma Eşterawa yê bajarê Bane di encama gulebarankirina rasterast ya hêzên çekdar yên Îranê ve bi giranî birîndar bû.

Ev kolberê Kurd di dema karê kolberiyê de hatiye gulebarankirin. Ji ber ku birîna wî giran bû, ew rakirin nexweşxaneyek ya Seqizê."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku kolberên Kurd li herêmên çiyayî yên Rojhilatê Kurdistanê bi awayek giştî li rûbirûyê tundûtîjiya hêzên çekdar yên Îranê tên. Hêzên çekdar yên rejîma Îranê di bin navê “têkoşîna li dijî qaçaxçîtiyê” kolberên Kurd gulebaran dikin. Tenê di sala 2024’an de li Rojhilatê Kurdistanê 52 kolberên Kurd hatin qetilkirin û 131 kolber jî birîndar bûn."