Li Şirnexê piştî pîrozbahiya Newrozê meş

Li bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê, piştî şahiya Newrozê, meşeke girseyî hate lidarxistin.

Li Şirnexê piştî pîrozbahiya Newrozê meş
23 adar, 2026   17:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Pîrozbahiya Cejna Newrozê ya Şirnexê ku bi deh hezaran kes tevlî bûn, bi dawî bû. Di pîrozbahiyê de bênavber dirûşma "Bijî Serok Apo" hate berzkirin û girseyê bi yek dengî stran got û li ber govend gerand. Herî dawî hunermend Yûsûf Oguz derket ser dikê û gel li ber stranên wî govend gerand.

Piştî pîrozbahiyê, welatiyan meşeke girseyî lidar xist. Di meşê de dirûşma "Bijî Serok Apo" hate berzkirin.