Li Şirnexê 11 herêm hate qedexekirin

Walîtiya Şirnexê 11 herêm careke din ji bo 15 rojan li çûn û hatinê qedexe kir.

Li Şirnexê 11 herêm hate qedexekirin
27 adar, 2025   11:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Walîtiya Şirnexê ketin û derketina 11 herêman bi hinceta 'ewlekariya taybet a demkî' qedexe kir. Herêmên qedexekirî li Çiyayên Gabar, Cûdî Besta ne ku li navenda Şirnexê, navçeyên Cizîr, Silopiya, Basa, Qilaban, Elkê ye. Li gorî agahiyan qedexe wê heta 9'ê Nîsanê dewam bike.

Herêmên navborî salên dûr û dirêj e têne qedexekirin.

Herêmên qedexekirî bi vî rengî ne: Besta, Gabar, Cudî, Kurt, Kela Memê, Donmezler, Kovankaya, Textêreş, İncebel, Altındagları û Oymakaya.