Konferansa 1ʹemîn a Gaziyên Şedadê pêk hat

Konferansa 1ʹemîn a Gaziyên Şedadê bi dirûşma “Bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê em ê jiyaneke azad û pêkve ava bikin” hat lidarxistin.

Konferansa 1ʹemîn a Gaziyên Şedadê pêk hat
27 cotmeh, 2024   21:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Konferansa 1ʹemîn a Komeleya Gaziyên Şedadê 27’ê Cotmehê bi beşdariya gelek delege û mêvanan bi dirûşma “Bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê em ê jiyaneke azad û pêkve ava bikin” li Şedadê hat lidarxistin. 

Salona konferansê bi wêneyên şehîdan, gaziyên gihiştine şehadetê û yên Rêber Apo hat xemilandin.

Konferansê bi deqeyek rêzgirina ji bo şehîdan dest pê kir.

Di konferansê de axaftina vekirinê ji hêla Şîlan Kobanê ve hat kirin.

Şîlan Kobanê ya di destpêka axaftina xwe de êrişên dewleta Tirk a faşîst ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin, diyar kir ku wê dewleta dagirker tu carî negihîje armanca xwe û got: “Gelên herêmê wê bi yekitiya xwe û bi xwespartina li hêza xwe bi ser bikeve.”

Piştî axaftina vekirinê konferansê bi xwendina nirxandinên Rêber Apo yên têkildarî gaziyan, peyama Tevgera Giştî û Tevgera Jinan a ji bo gaziyên şer dewam kir.

Nûnerên Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclîsa Giştî û PYD’ê jî bi peyamên xwe konferans pîroz kirin.

Piştî xwendinê dîwan hat hilbijartin û rêzkname hat xwendin. Piştî nîqaş û gûftûgoyan rêzikname hate qebûlkirin.

Beşdarên konferansê der barê mijarên mîna pergala rêxistinî, perwerdeya gaziyan û hwd. de nirxandinên girîng kirin.

Piştre jî rêveberiya komeleyê, meclîsa wê û desteyên girêdayî wê hatin hilbijartin.

Axaftina girtina Konferansê jî ji aliyê Laleş Êzîdî ve hat kirin. Laleş Êzîdî di axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana Rêber Apo ya li Îmraliyê û got: “Piştî 4 salan di encama têkoşîna gelên me de dewleta Tirk a faşîst a ketiye rewşeke zehmet û destûr da ku biraziyê Rêbertî biçe cem. Ji bo em karibin tecrîda girankirî ya li hember Rêbertî bi temamî ji holê rakin divê em berxwedan û têkoşînê xurttir bikin. Bi wesîleya vê konferansê jî em diyar dikin ku weke gaziyên şer ji bo azadiya fizîkî ya Rêbertiya xwe û pêşxistina paradîgmaya Rêbertî em ê têkoşînê hê zêdetir bi pêş bixin. Ji bo em karibin ji vê pêvajoyê re bibin bersiv bi hêza vê konferansê em ê berxwedana xwe mezintir bikin.”

Konferans bi dirûşmên, “Bijî Serok Apo, “Bi xwîn û can em te re ne ey Serok”, “Jin Jiyan Azadî” û “Şehîd Namirin” bi dawî bû.