Li Şêxmeqsûdê navenda radyolojî hat vekirin

Li nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê navendeke radyolojî hat vekirin.

Li Şêxmeqsûdê navenda radyolojî hat vekirin
Li Şêxmeqsûdê navenda radyolojî hat vekirin
Li Şêxmeqsûdê navenda radyolojî hat vekirin
Li Şêxmeqsûdê navenda radyolojî hat vekirin
Li Şêxmeqsûdê navenda radyolojî hat vekirin
Li Şêxmeqsûdê navenda radyolojî hat vekirin
Li Şêxmeqsûdê navenda radyolojî hat vekirin
Li Şêxmeqsûdê navenda radyolojî hat vekirin
28 mijdar 2023   19:10
HELEB

Li nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir ku nexweşxaneya yekane li taxa Şêxmeqsûdê ye, navenda radyolojî hat vekirin.

Di merasîmê vekirina navendê de rêveber û endamên Meclisa Tenduristiyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û yên saziyên sivîl beşdar bûn.

Hevserokê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Welat Mamo di merasîmê de axivî, keda ji bo vekirina vê beşî hate dayîn spas kir û got: "Şehîd Xalid Fecir û hevrêyên wî ji bo xelaskirina birîndaran canê xwe feda kirin. Bi saya fedakariyên wan em vê beşê vedikin."

Deriyê navendê ji aliyê dayika şehîd Şêrwan Yûsif, Rexda Îbiş ve hat vekirin.

Hevserokê nexweşxaneyê Mihyedîn Amed ji ajansa me re re axivî  û diyar kir ku ji demek dirêj ve hewl didin navendê vekin, lê ji ber hineke astengiyan dereng man.

Amed destnîşan kir ku berê ew neçar diman nexweşên giran hewcedar bişînin nexweşxaneyên derveyî taxê û got: "Pêwîstî bi vekirina vê beşê hebû. Bêguman lêçûna li vî beşê dê li gor rewşa jiyanê ya şêniyan be, ji ber ku armanca me destekdayîna nexweşan e."

Beşa nû dê şêniyên kantona Şehbayê û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê pêşwazî bike. Di beş de 7 bijîşk hene, ji wan 3 pispor û 4 hunerkar dixebitin.

 Beşa radyolojî ji CT scanpanoramic radiograph, odeyek ji bo pêşwazîkirina nexweşan û odeyek rêveberiyê pêk tê.

 Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a yekane li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ye ku xizmetên bijîşkî pêşkêşî şêniyan dike. Li nexweşxaneyê beşên wek emeliyat, destwerdana lezgîn û bi hemû beşên çavan, hestî û hundirîn hene.

(mh)

ANHA