Japonyayê PKK′ê ji nava lîsteya ‘rêxistinên qedexe’ derxist

Îstîxbarata Navxweyî ya Japonyayê di malpera xwe ya fermî de ragihand ku PKK′ê ji lîsteya “rêxistinên qedexe” derxistiye.

Japonyayê PKK′ê ji nava lîsteya ‘rêxistinên qedexe’ derxist
28 mijdar 2023   17:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser zextên dewleta Tirk, Dezgeha Îstîxbarata Navxweyî ya Japonyayê (PSIA), Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) xistibû nava lîsteya “rêxistinên qedexe.” PSIA’yê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek weşand û ragihand ku wan PKK ji lîsteya ′′rêxistinên qedexe” derxistiye.