QSD′ê nasnameyên 3 şehîdan aşkera kirin
QSD′ê nasnameyên 3 şervanan aşkera kirin ku li Dêrazorê di bersivdayîna êrişên çeteyên hikumeta Şamê de birîndar bûbûn û li Hesekê şehîd bûbûn.
![QSD′ê nasnameyên 3 şehîdan aşkera kirin](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202311/image_870x_6566172a7b3bb.jpg)
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê got, ji şervanên wan Ehmed Efrîn, Mervan Kobanê û Milîtan Kobanê ku birîndar bibûn, şehîd bûn.
Daxuyaniya QSD′ê bi vî rengî ye:
′′Îlona borî, di êrişên çeteyên rejîma Sûriyeyê yên li ser gundewarê Dêrazorê de 3 şervanên me birîndar bûbûn. Şervanên birîndar ji bo nexweşxaneyê hat veguhestin. Piştî rêwîtiya dermankirinê ku derdora 3 mehan dewam kir, şervanên me Ehmed Efrîn (Ehmed Silêman), Mervan Kobanê (Mehmûd El Oso) û Mîlîtan Kobanê (Hecî Xelîl) ji ber birîna wan a giran şehîd bûn.
Têkoşîna hêzên me Hêzên Sûriyeya Demokratîk a ji bo têkbirina tevahî êrişên li ser herêmên me berdewam e. Şervanên me li hemberî tevahî êrişên li ser herêmên me kedeke mezin nîşan didin.
Her sê şervanên me berxwedaneke mezin li hemberî çeteyên rejîmê nîşan da û her tim li refên pêşîn bûn. Her sê şervanên me mîna ku şerê li dijî rêxistina DAIŞ a terorîst de kirine, di tevahî şeran de nimuniyeke xweşik a fedakariyê nîşan da. Hevreyê me Ehmed Efrîn di destpêkê de tev li refên hêzên me bû û beşdarî Berxwedana Serdemê ya li dijî dewleta Tirk a dagirker bû. Hevreyê me Mervan Kobanê jî tevî ku nû tev li refên hêzên me bibû, lê bi dîsîplîna xwe û pêkanîna talîmatan, bi rihê xwe fedaî cuda bû. Hevreyê me Mîlîtan Kobanê bê sekin bû, wateya westandinê nedizanî, bi tevahî enerjiya xwe kar dikin, her wiha xwedî rihekî bilind ê hevlatiyê bû.
Em sersaxiyê ji xwe, ji malbatên her sê şehîdan û tevahî malbatên şehîdan re dixwazin. Bawerî û israra me ya parastina wesyeta wan a avakirina welatekî bê teror û bê çete zêdetir dibe."
Li gorî daxuyaniyê nasnameyên her sê şehîdan wiha ne:
Nasnav: Ehmed Efrîn
Nav û paşnav: Ehmed Silêman
Navê dayikê: Nadira
Navê bav: Hisên
Cih û dîroka jidayikbûnê: Heleb/1986
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê-25′ê Mijdara 2023′an
…..
Nasnav: Mervan Kobanê
Nav û paşnav: Mehmûd El Oso
Navê dayikê: Meqûla
Navê bav: Elî
Cih û dîroka jidayikbûnê: Kobanê/ 2005
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê/ 23′ê Mijdara 2023
……
Nasnav: Milîtan Kobanê
Nav û paşnav: Hecî Xelîl
Navê dayikê: Zerga
Navê bav: Mehmûd
Cih û dîroka jidayikbûnê: Kobanê/2003
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê/23′ê Mijdara 2023.
(bb)