Li Efrînê çeteyan îşkence li jin û mêrekî navsal kir

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker, di derengiya şevê de, li gundê Bîbaka yê Efrîna dagirkirî îşkence li jin û mêrekî navsal kir.

Li Efrînê çeteyan îşkence li jin û mêrekî navsal kir
10 hezîran, 2025   18:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker îşkence li welatî Fayiq Hebeş (60) û hevjîna wî Emîne Îsa yên ji gundê Bîbaka yê bajarokê Bilbilê yê Efrîna dagirkirî, kir.

Li gorî çavkaniyên xwecihî yên pêbawer, çeteyan bi ser mala welatî Fayiq Hebeş de girt û îşkence li wî kir, dest û lingehên wî girê dan û mala wî dizîn.

Heman çavkaniyan diyar kir ku dema hevjîna Fayiq, Emîna Îsa hewl dida hevjînê xwe ji dest çeteyan xelas bike, serê wê ji ber lêdanê şikestiye, tevî ku rewşa Emîne ne baş e û emeliyet jî kirine. Çeteyan dest û lingê wê jî girê da û heta saetên sibehê wisa ma.

Fayiq û hevjîna xwe nêzî salekê ji Helebê vegeriyane gundê xwe, lê her çeteyan gefên şantajkirinê lê xwarine.

Beriy çend rojan dengê muxtarê gundê Bîbaka hatibû belavkirin. Di wî dengî de ji welatiyên Kurd ên vê dawiyê vegerîne malên xwe, serlêdna navenda çeteyên dewleta Tirk a dagirker bikin û ger nekirine, wê rastî gef û lêdanê bên.

Li Efrîna dagirkir, sûcên revandin, lêdan, îşkence û talankirinê ji hêla çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve didomin. Gelek kiryarên revandina welatiyan û şantajkirina malbatên wan ji bo dayîna pereyan hatin tomarkirin.

(ac/fr)

ANHA