Li Şerîda Rojava her hefte zarokek tê qetilkirin

NYˊyê ragihand ku ji destpêka 2025ˊan ve li Şerîda Rojava  zêdetirî 70 zarok hatin qetilkirin û 850 zarok jî birîndar bûne. NYˊyê banga parastina zarokan û rawestandina êrişan kir.

Li Şerîda Rojava her hefte zarokek tê qetilkirin
12 gulan, 2026   17:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya Zarokatiyê (UNICEF) daxuyand ku ji destpêka 2025ˊan ve her hefte zarokek filistînî li Şerîda Rojava tê qetilkirin.

Berdevkê UNICEFˊê James Elder di civîneke çapemeniyê ya li Cinêvê de got her hefte li Şerîda Rojava zarokek filistînî tê qetilkirin.

Elder da zanîn ku nêzî ji sedî 93 ji qurbaniyan ji ber êrişên hêzên Îsraîlê hatin qetilkirin û 850 zarok jî di heman dîrokê de birîndar bûne.

UNICEFˊê diyar kir ku zarokek berdêlekî giran ji ber êrişên zêde didin û bang li desthilatên Îsraîlê kir ku tedbîrên bilez ên parastina zarokan, mal, dibistanên wan û binesaziyên girêdayî wan bigirin. Her wiha UNICEFˊê bang li dewletên xwedî bandor kir ku zextê bikin ku rêz li qanûnên navneteweyî û welatiyan bê girtin, bi taybet zarokên li Şerîda Rojava.

(fr)