‘Bi sextekarî û xapandinê xeyalan difiroşin ciwanan’

Dijminên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi rê û rêbazan cuda şêniyên herêmê dixapînin ji bo ku wan ji vê pergala civakî dûr bixin. Fuad Mihemed yek ji qurbaniyên van hewldanan e ku rûyê rastîn ê wan aliyan aşkera kir.

‘Bi sextekarî û xapandinê xeyalan difiroşin ciwanan’
‘Bi sextekarî û xapandinê xeyalan difiroşin ciwanan’
‘Bi sextekarî û xapandinê xeyalan difiroşin ciwanan’
10 gulan, 2024   05:05
QAMIŞLO
EHMED SEMÎR

Gelek hêzên derve li dijî pergala herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixebitin da ku wê tune bikin. Ji ber wê fitneyê di nava şêniyan de belav dikin. Bi rêya malperên înternetê jî ciwanên herêmê dixapînin, xeyalan difiroşin wan ji bo ku bixin bin kontrola xwe.

Şîrketa Kio Net ku sala 1998`an li Filîpînan ava bûye û dûre berê xwe daye Hong Kongê, yek ji wan navendan e. Li herêmê ruxset negirtiye. Bi rêya înternetê bazirganiyê dike.

Ev şîrket xwe li paş perdeya bazirganiya bi rêya înternetê vedişêre. Li gelek dewletên cîhanê qedexekirî ye. Lê belê ji ber şer û aloziyan, xwe gihand herêmê û ji xwe re stargehek peyda kir. Ciwanan bi rêya qezenca zû û hin xeyalan dixapîne.

Gelek ciwanên herêmê ketin xefika vê şîrketê, ji derewên wê bawer kir ku dê di demeke zû de zengîn bibin.

Wekîlên vê şîrketê, qurbaniyan diyar dikin, wan dixapînin ku dê di demeke kin de gelek pere bi dest bixin. Ji bo ku bikişînin aliyê xwe, gotinên mîna "dê jiyana te biguhere", "tu yê zengîn bibî" û gelek îdiayên din dikin ji bo ku wan tev li şîrketê bikin.

Şîrket bi rêya axaftina xwe ya nerm, xeyal û sozên ku dide, hilberînên xwe difiroşe. Wekîlên şîrketê, spehî ne û bi cil û bergên bazirganan derdikevin û di holên kongreyan de bi wan re rûdinin ji bo ku bandorê li derûniya wan bikin.

Wekîlên şîrketê, rastiya karê xwe ji qurbaniyan re aşkera nakin. Tenê agahiyên nezelal der barê şîrketê de bi wan re parve dikin ji bo ku bixapînin û tev li xwe bikin.

Şîrket wekîlên xwe yên li herêmê bi kar tîne ji bo ku xizm û dostên xwe îqna bikin da ku bi şîrketê re kar bikin û herî kêm 2 hezar û 500 dolar dispêrin. Heke xapandina wan aşkera bû, wekîlên xwe direvînin derve.

Ji bo ku kesek tev li şîrketê bibe divê di dewreyeke online re derbas bibe. Dewre 2 mehan dirêj dike, di wê dewreyê de kar nas dikin û fêr dibin ka çawa kesên din bixapînin. Ji wan tê xwestin ku navên xizmên xwe pêşkêş bikin ji bo ku tev li şîrketê bibin û dûre rêbazên vexwendinê fêrî wan dikin da ku kesên din bixin vê xefikê.

Ji bo ku bikarin tev li şîrketê bibin, ji wan tê xwestin ku herî kêm 2 kesan îqna bikin da ku tev li şîrketê bibin û li beramberî her yekî 225 dolar dibin. Heke bi bin bikevin, dê pereyên xwe ji dest bidin.

Fuad Mihemed jî qurbaniyekî vê şîrketê ye û behsa serpêhatiya xwe kir. Mihemed got, hevaleke wî ya kar pê re diaxive û dibêje ji bo ku tev li şîrketê bibe divê 2 hezar û 500 dolar peyda bikin.

Mihemed li ser baweriya bi hevala xwe, tev li şîrketê dibe.

Mihemed wiha axivî: "Pereyên ku xwestine min peyda kir. Min wekîlên şîrketê nas kirin. Lê bi şertê ku ji kesekî re sirê şîrketê aşkera nekim."

Mihemed diyar kir ku wî online bi şîrketê re axiviye û jê re gotine ku gelek bi şans e, ji ber ku dê mudirê şîrketê pê re biaxive û dûre dê heta 2 mehan perwerdeyê bibîne û qezencek baş bi dest bixe. Li gorî axaftina Mihemed, navaroka dewreyê li ser tevlêkirina endamên din e û li ser pêşniyar kirin ku pirtûkên çawa bibe milyoner bixwîne.

Mihemed bi guman bû û got: "Ji min xwestin kesên din tev li şîrketê bikim. Dê bi wî awayî pere bi dest bixim. Ji min xwestin hilberînên wan bikirim ku ne esalî ne.”

Piştî ku Mihemed sextekariya şîrketê aşkera dike, dawa pereyên xwe dike û ji wan re dibêje ku ew şîrketeke sextekariyê ye û ew naxwaze zirarê bi tu kesî bike.

Lê belê piştî ku Mihemed pereyên xwe dixwaze, hevalên wî yên ku bi wan bawer kiriye, guh nadin wî. Ji bo Mihemed ev mîna "xencera di piştî de bû" ji ber ku hevalên wî gotin karê wan bi pereyên wî nîn e.

Mihemed li cem Meclisa Edaleta Civakî ya Qamişloyê doz li dijî wekîlên şîrketê vekir ên ku beriya rastiya wan aşkera bibe ber bi Başûrê Kurdistanê ve reviyan.

Mihemed aşkera kir ku şîrket kesên di karê xwe yê nava saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û civakê de serkeftî ne, dike hedef. Kesên sûdê jê bigirin hindik in û yên bi wan re kar bikin jî, qurbanî ne.

Mihemed wiha pê de çû: "Wekîlên şîrketê, gelek kesan dixapînin ji bo ku bi wan re kar bikin."

Li gorî Mihemed, armanca şîrketê ne firotina hilberînan e lê li beramber tevlêkirina kesên din 250 dolarî dibin.

Heta niha hejmara kesên bi şîrketê re kar kirine û revandina derve û hejmara qurbaniyan jî nayê zanîn.

Hêzên ewlehiyê yên herêmê lêpirsînên xwe der barê mijarê de didomînin. Meclisa Edaleta Civakî jî, rêveberiya şîrketê sewqî lêpirsînê kir û di daxuyaniyeke xwe de ku 29`ê Nîsanê daye, bang li şêniyan kir ku bi şîrketên wiha neyên xapandin.

Dozgeriya Giştî ya Meclisa Edaleta Civakî ya Qamişloyê jî da zanîn ku dest bi lêpirsînê kiriye.

(şx)

ANHA